BI DÎMEN

PKAN’ê kongreya xwe ya 6’an lidar xist

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Elmanyayê lidar xist.

11’ê Cotmehê roja Şemiyê li bajarê Grevenbroich ê Elmanyayê kongre hate lidarxistin. Hemû axaftinên di kongreyê de bi devoka Berfiratê hatin kirin. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus jî beşdarî kongreyê bû.

Ji Danîmarka, Swêd, Norweç, Elmanya, Hollanda, Swîsre û Kanadayê delege beşdarî kongreyê bûn. Kongre di saet 13.00’an de ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre dîwan hate hilbijartin. Kardiyolog Zeynep Bînîcî ku ji Norweçê beşdarî kongreyê bû, ji bo serokatiya dîwanê hate hilbijartin. Abdullah Kaya û Muzaffer Kuçukyildiz jî ji bo endamtiya dîwanê hatin hilbijartin.

Serokatiya dîwanê rojeva kongreyê diyar kir, piştre endamê dîwanê Abdullah Kaya axaftina ewilî kir. Kaya diyar kir ku ew di salvegera 10’an a damezrandina PKAN’ê de ne û destnîşan kir ku ew spasiya kesên ku ji bo parastina çand û zimanê wan canê xwe feda kirine, dikin.

Piştre mêhvan axivîn û peyamên nivîskî yên hatîn şandin, hatin xwendin.

FATMA KURTULAN: EM CIVAKA DEMOKRATÎK BI HEV RE AVA BIKIN

Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan ku weke mêhvan beşdarî kongreyê bû, berê xwe da wêneyên Serokê Giştî yê HADEP’ê Murat Bozlak, parlamenter Leyla Guven a girtî û şehîd Nagîhan Akarsel û wiha got:

“Ez dixwazim silav ji Leyla Guven re bişînim ku niha li girtîgehê ye. Eger ji derve ba, teqez wê beşdarî kongreyê biba. Bi Murat Bozlak re em pir xebitîne. Pir ji gundê xwe hez dikir. Ez ji heval Nagîhan pir bandor bûm. Ez beşdarî merasîma veşartina cenazeyê wê bûm. Kurdên Enetoliya Navîn zarokên pir hêja mezin kirine. Em niha dikevin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Li Rojava civaka demokratîk hate avakirin. Hemû gel li wir bi çanda demokrasî û toleransê bi hev re dijîn. Divê em vê yekê li Tirkiyeyê bi ser bixin û bikin ku gel bi hev re azad û di nava hurmetê de bijîn. Em vê yekê bi hev re ava bikin. Bê guman wê gelek tevkariyên we yên girîng çêbibin.”

KARAMUS: EM PÊVAJOYEKE NÛ DIJÎN

Mêhvanekî din ê Kongreya PKAN’ê Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus bû. Karamus wiha got:

“Beşdarbûna kongreya PKAN’ê ji bo me çavkaniya serbilindî û kêfxweşiyê ye. KNK û her çar aliyên welatê me, ji ber hebûna we kêfxweş e. Bi zorê berê we dan çolên Enetoliyê. 300 sal derbas bûn. Lê we girêdana xwe ya bi ziman, nasname, huner û nirxên xwe re ji bîr nekir. Ji ber we em serbilind in. Niha em pêvajoyeke nû dijîn. Paradîgmaya li Rojava, ji aliyê hemû cîhanê ve hate qebûlkirin. Ev civakek demokratîk e. Kurd bi civakek demokratîk qedera xwe dinivîsin.”

SELAHATTÎN SORO: DÎASPORAYA KURD A HERÎ MEZIN A LI EWROPAYÊ

Mêhvanekî din ê kongreyê, yek ji kesên girîng ê dîplomasiya Kurd Selahattîn Soro ye. Soro got, tevî ku ew ji Konyayê ye, cara ewilî ye tevlî kongreyeke PKAN’ê dibe. Soro ev tişt diyar kir:

“Li Ewropayê 700 hezar Kurdên ji Anatoliya Navîn dimînin. Yanî em dîasporaya Kurd a herî mezin a li Ewropayê temsîl dikin. Akademîsyenên me yên ku li zanîngehan ders didin, siyasetmedarên me yên ku di parlamento û şaredariyên welatên cuda de wezîfe dimeşînin, akademîsyen, nivîskar û lêkolînvanên me yên ku bi zimanên cuda dinivîsin, mirovên me yên di karên cuda de xwedî nûneriyên girîng hene. PKAN divê bikare vê potansiyelê bîne ba hev. Eger ev yek pêk were, wê hêzeke mezin derkeve holê û encamên xurt bên bidestxistin.”

Selahattîn Soro bal kişand ser jiyana civakî û çanda Kurdên Enetoliya Navîn û bang li PKAN’ê kir ku ji bo parastina çanda Kurdî tedbîran bigire.

HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN

Piştî axaftinan, rapora maliye û xebatê ya du salan a rêveberiya PKAN’ê hate xwendin. PKAN ji bilî rêveberiya navendî, xwedî meclîsên welatan jî ye. Di kongreyê de raporên meclîsên PKAN’ê yên li Danîmarka, Swêd, Norweç, Elmanya, Hollanda û Swîsre û yên nûneriyên li Kanada, Fransa û Belçîkayê jî hatin xwendin.

Piştre rapor hatin nirxandin û Hevserokên PKAN’ê û rêveberiya Navendî ya PKAN’ê hate hilbijartin. Delegeyê Swêd Hasan Bozlak û delegeya Elmanya Çîgdem Akbîna ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin. Her wiha di kongreyê de Rêveberiya Navendî ya PKAN’ê ya 27 kesî jî, hate hilbijartin.