‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Solothûrnê ye
'Pirtûkxaneya Rêbertî' ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê hate organîzekirin, li Solothûrnê ye.
'Pirtûkxaneya Rêbertî' ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê hate organîzekirin, li Solothûrnê ye.
Pirtûkxaneya gerok a ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê, paradîgmaya jiyana ekolojîk û demokratîk pêk tê, hevdîtina bi gelê Swîsreyê re didomîne.
Pirtûkxaneya Rêbertî ya ku di 26'ê Adarê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi dirûşma "Wê azadî bi serkeve" dest pê kir, îro jî li Solothûrnê bû. Çalakiya pirtûkxaneyê ya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ve tê organîzekirin, bi sê zimanên Elmanî, Fransî û Îngîlîzî civakê agahdar dike.
Gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wekî Şaristaniya Kapîtalîst, Sosyolojiya Azadiyê, Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Şer û Aştî û Şoreşa Jinê di pirtûkxaneya gerok de li Swîsreyan tên belavkirin. Raya giştî bi taybetî bi Şoreşa Rojava ya ku li ser eksena paradîgmaya azadîxwaz hatiye afirandin eleqeyek mezin nîşan dide.
Kurdistaniyên ku di nava rojê de li Solothûrnê dijîn serdana Pirtûkxaneya Rêbertiyê kirin. Di nav kesên ku pirtûkxane ziyaret kirin de Hevserokê FEDA Ewropayê Demîr Çelîk jî hebû.
Hevserokê FEDA Ewropa Demîr Çelîk diyar kir ku eleqeya zêde ya li hemberî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser esasê pratîka jiyana azad a li Rojava hatiye afirandin heye.
Pirtûkxaneya Rêberî wê sibe li Lozanê bi Swîsreyan re bicive, gera xwe ya Swîsreyê bi dawî bike.