‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Lûzernê ye

'Pirtûkxaneya Rêbertî' ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê hate organîzekirin, li Lûzernê ye.

Di pirtûkxaneya gerok a ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ve di 27’ê Adarê de li Zurîchê bi dirûşma “Wê azadî bi serkeve” dest pê kir, modela jiyana demokratîk, jiyana ekolojîk û azadiya jinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin. Nasnameya paradîgmaya azadîxwaz a ku wî li ser vê mijarê afirandiye ji Swîsreyan re rave dike. Dîsa di pirtûkxaneya gerok de, pirtûkên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 23 salên dîlgirtinê de li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran de nivîsandibûn, li Swîsreyan tên belavkirin.

Pirtûkxaneya gerok a li Helvetîaplatzê hat vekirin, tevahiya rojê ji aliyê Kurdistaniyên li Lûzernê dijîn ve hat ziyaretkirin.

Di çarcoveya çalakiyê de ji bo navê PKK’ê ji “lîsteya terorê“ were derxistin gelek îmze hatin komkirin.

Dayikên Aştiyê Fatma Toren (72), Zelal Ozkan (72), kedkar Alî Toren (69), Kadrî- Ozkan 879) û Abdurrahmîm Îlbaş (54) ku zêdetirî 40 sal in şahid û xwediyê têkoşînê ne, li dora pirtûkxaneya gerok de kom bûn û kêliyekê jî ji qadê durneketin. Li vir axaftin kirin û anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û timî li qadan bin.

‘AZADIYA RÊBER APO RASTIYA JIYANA MIN E‘

Dayika Zelal Ozkan anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya jiyana wê ye û got:“Di rojek wiha de ez nikarim li malê rûnim û rawestim. Azadî çiye û çawan tê jiyankirin? Rêbertiya me hînî me kir. Em li kûderê bin bila bibe em ê ji bo azadiya Rêberê xwe qîr bikin. Azadiya Rêberê me azadiya me ye, azadiya gelê me û gelên din e.“

Hevserokên CDK-Lûzernê Sabîha Yilmaz û Ercan Guneş jî diyar kirin ku eleqeya Swîsreyê ya ji bo pirtûkxaneyê zêde ye.

‘JI PÊNÛSA RÊBER APO‘

Endama Desteya Têkiliyên Derve ya CDK'ê Pinar Demîr ku di organîzasyona Pirtûkxaneya Rêbertiyê de cih digre, der barê pirtûkxaneya gerok de ev agahî da: "Em bi rêya pirtûkxaneya gerok ji pênûsa Rêberê xwe jin, ekolojî û divê çawan azadiya cemaweriyê pêk were ji raya giştî re radigihînin. Pirtûkxaneya ku me cara yekîn li Zurîhê dest pê kir, wê sibê li Solothûrnê û roja Çarşemê jî li Lozanê be."