‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ gera xwe ya li Swîsreyê bi dawî kir
'Pirtûkxaneya Rêbertî' ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê hate organîzekirin, gera xwe ya li Swîsreyê li bajarê Lozanê temam kir.
'Pirtûkxaneya Rêbertî' ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê hate organîzekirin, gera xwe ya li Swîsreyê li bajarê Lozanê temam kir.
Çalakiya "Pirtûkxaneya Rêbertiyê" a gerok ya ji bo danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê hatibû nivîsandin, îro li bajarê Lozanê bi dawî bû.
Çalakiya Pirtûkxaneya Rêbertiyê ku di 26'ê Adarê de li bajarê Zurîhê bi dirûşma "Wê azadî bi serkeve" dest pê kirî bû, li bajarên Lûzern û Solothûrnê geriyan, îro jî li Lozanê bi Swîsreyan re hatin cem hev û gera xwe bi dawî kirin.
Di çarçoveya çalakiyê de bi dehan pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Şaristaniya Kapîtalîst, Sosyolojiya Azadiyê, Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Şer û Aştî û Şoreşa Jinê li Swîsreyan hatin belavkirin û jiyana têkoşînê ji Swîsreyan re hate vegotin.
Li hemû bajarên Swîsreyê eleqeyek mezin ji bo Pirtûkxaneya Rêbertiyê hate nîşandan.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Lajîn Ozlem Yavuz, der barê Pirtûkxaneya Rêbertiyê de axivî û got:"Çareseriyên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê, jiyana ekolojîk û demokrasiyê ku bingeha paradîgmaya wî ne, ji aliyê Swîsreyan ve rastî eleqeyeke mezin hat."
‘WÊ ÇALAKIYÊN ME HETA 4’Ê NÎSANÊ BIDOME‘
Hevserokê CDK'ê ya Lozanê Sitki Demîr bi bîr xist ku çalakiya pirtûkxaneyên gerok di 26'ê Adarê de li Zurîhê bi dirûşma "Azadî wê bi ser bikeve" dest pê kir û got: "Îro çalakiya pirtûkxaneyê ya Lozanê bi dawî dibe, lê ji bo danasînê em ê xebatên xwe bidomînin. Ji bo danasîna paradîgmaya azadiya Rêberê me ji girseyên berfireh re wê xebatên me berdewam bike. Di vê çarçoveyê de rojbûna Rêbertiya me ye, çalakiyên me wê heta 4’ê Nîsanê berdewam bikin.“