Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Heîlbronn’ê ye
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Heîlbronn’ê gelek broşur û pirtûk belav kir.
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Heîlbronn’ê gelek broşur û pirtûk belav kir.
Pirtûkxaneya Gerok li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê danasîna fikir û şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî.
Otobusa ku li Kîlîanzplatzê ku cihê herî qelebalix ê bajêre rawestiya, tevî barana zêde jî bal kişand ser xwe. Di Pirtûkxaneya Gerok de bi sedan broşurên li ser jiyan û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Ji kesên eleqedar re jî gelek pirtûk hatin dayîn.
Ji bo PKK ji lîsteya qedexeyê bê derxistin jî di Pirtûkxaneya Gerok de îmze hatin berhevkirin.