Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), bi boneya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Cejna Qurbanê di cîhana Îslamê de yek ji wan rojên girîng e ku tê de piştevanî, parvekirin, biratî û nirxên manewî xurt dibin; bi vê boneyê cejna hemû cîhana Îslamê û gelê Kurd hat pîrozkirin.
Di berdewamiya peyamê de ev gotin hatin bikaranîn: Wateya cejnan; sivikbûna êşên mirovan, bidawîbûna xeyidînan, mezinbûna piştevaniya civakî û xurtbûna hêviyên aştiyê ye. Em jî wek malbatên ku êşên şer jiyane, hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya geşbûna biratî, aramî û aştiya demokratîk a di navbera gelan de.
Fedakarî û berdêlên giran ên malbatên şehîdan ku bi salan e êşên mezin dikişînin, nayên ji bîr kirin. Di van rojên watedar de, em hemû ewladên hêja yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînin û ji dil ve hevparê êşên malbatên wan in.
Wek KOMAW, daxwaza me ev e: Avakirina pêşerojeke tije aştî ku tê de hêsirên çavên dayikan bisekinin, ciwan jiyana xwe ji dest nedin û gel li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi hev re bijîn.
Bi van hest û ramanên xwe, em careke din Cejna Qurbanê li hemû cîhana Îslamê, li gelê Kurd û bi taybetî li malbatên şehîdan pîroz dikin; ji bo her kesî tenduristî, aramî, bextewerî û jiyaneke bi rûmet dixwazin.