Li gorî daxuyaniya malpera MSD’ê ya têkildarî civînê, di 10 û 11’ê Nîsanê de civîneke 2 rojan bi sernavê “Ber bi Kongreya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Kesayetiyên Demokratîk ve” hate lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, Hevserokê MSD'ê Riyad Derar bal kişand ser xebatên 4 salan ên MSD'ê û diyar kir ku ji sala 2018'an û vir ve 3 forumên diyalogê li dar xistine.
MSD’ê encamên civîna şêwirê wiha eşkere kir:
Li gorî malpera fermî ya MSD'ê encamên civîna duyemîn a şêwirê wiha ne:
"Li ser daxwaza Navenda Olof Palm a Navneteweyî û sponseriya hikumeta Swêdê, di 9-10'ê Nîsanê de bi amadebûna kesayetên demokratîk û nûnerên çend hêzên Sûriyê yên demokratîk, civîna duyemîn a Stockholmê hat lidarxistin. Pêşniyarên ku komîteya amadekar pêşkêş kirine, wiha ne:
- Rewşa Sûriyê piştî şerê ku di Adara 2011'an de ji şoreşa gelê Sûriyê ya ji bo azadî û rûmetê dûr ket û welat kir herêmeke şerê hêzên serdest û hêzên tundraw û terorîst ên ku şoreş ji rêya xwe ya resen dûr xist. Dabeşkirina axa Sûriyê li ser herêmên ku her diçe ji hev tê veqetandin, hişyariyê dide metirsiya parçebûna demdirêj, heke welatparêz û demokrat ji bo vegerandina yekitiya welat û birêxistinkirina xebata demokratîk, xebatê nekin.
- Dest bi parçekirina mijarên dijwar bikin û li ser prensîba sîstema nenavendî gotûbêj bikin, wekî ketina çarçoveyeke neteweyî ya demokratîk ji bo rêvebirina li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyên civakê.
- Gotûbêja rola demokratan di qonaxa bê de, yekbûna wan, awayên civînên wan û pêşketina pratîk ji bo gihandina konferansa wan ku hewl dide amadekariyên baş jê re were kirin, ji bo vegerandina Sûriyê li ser biryara xwe ya nîştimanî.
- Gelek pêşniyarên ji bo xebatê hatin nîqaşkirin.
- Birêxistinkirina civîna bê ji bo gihandina sîstemekê ji bo konferansa tê xwestin, her wiha gotûbêjkirina mijarên din û zelalkirina tiştên ku di vê civînê de hatine gotûbêjkirin.”
Civîna li Stockholmê bi amadebûna nûnerên Amerîka, Brîtanya û Swîsreyê, kesayetên demokratîk û nûnerên hêzên demokratîk bi sponseriya Saziya Olof Palm ya Navneteweyî li dar ket.