Pêşangeha ‘Navenda Dinyayê’ ya zarokên Mexmûrê

Wêneyên ku 29 zarokên wargeha Mexmûrê xêzkirinî, li Swîsreyê bi navê Navenda Dinyayê hatin nîşandan.

Pêşangeha ku di encama hewldan û însiyatîfa Koma Şanoyê ya Em Şanogerin û hunermendên Mala Çand û Hunerê ya Volksbûhne ku di nav de hunermend, psîkolog, pedagogên Swîsreyî, Kurdistanî û enternasyonalîst cih digirin û li Kurdistanê gelek proje pêk anîne, hatî amadekirin, piştî bajarên Frîboûrg û Cenevreyê li Lozanê hat li darxistin.

Şanoger Jûlîa li Lozanê têkildarî pêşangeha ku wê heta 30'ê Nîsanê li Navenda Çand û Hunerê ya Pole Sûd bidome, ji ANF'ê re axivî. Jûlîa got ku wan xwestine bi rêya pêşangeha ku tê de 29 tabloyên zarokan cih digire, li ser rola navendî ya ciwanan di avakirina civakê de û her wiha avakeriya hunerê di pêvajoyên pevçûnan de nîqaşekê bidin destpêkirin.

'EM EZMÛNA MAXMÛRÊ VEDIGUHAZÎNIN'

Jûlîa axaftina xwe wiha domand:

"Em watedar dibînin ku tabloyên 29 zarokan di çarçoveya projeya ku me amade kirî de tên pêşandan, ji ber ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê dikeve sala xwe ya 29'an. Bi vê pêşangehê me armanc kir ku em bi projeyên ku berê me li Mexmûrê pêkanîbû re em modela jiyanê ya me ceribandî veguhazînin Ewropayiyan."

Pêşangeha Navenda Dinyayê wê heta 30ê Nîsanê li Avenûe Jean-Jacqûes Mercîer 3, 1003 Lozanê (Pole Sûd, Centre socîocultûrel de l'ûnion Syndîcale Vaûdoîse) ji mêvanan re vekirî be.

Pêşangeh piştî bajarê Lozanê wê li gelek bajarên Swîsreyê bê vekirin.