PE’yê daxwaz kir ku muzakereyên endamtiyê ya bi Tirkiye re bê sînordarkirin

Parlementoya Ewropayê (PE) di saetên şevê de rapora ku banga sînordarkirina muzakereya tam a Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re erê kir.

Rapora ku ji aliyê Parlementerê PE Nacho Sanchez Amor ve hate nivîsîn û pêşnûmebiryara girêdayî vê bi 480 denagên ‘erê’ hate qebûlkirin. Di dengdanê de 64 erê, 150 jî dengê ‘bêalî’ bikar anî.

Di rapora hate erêkirin de, rexneyên tund li Tirkiye hate kirin. Di warê Behra Spî, demokratîkbûn û mafê mirovan de rexne hatin kirin.

Di raporê de hate piştrastkirin ku ‘Têkiliyên YE-Tirkiye di dîroka xwe de di asta herî ketî de ye’, hate destnîşankirin ku eger di mijara têkiliyên Tirkiye-YE’yê de rewşa heyî bi lezgîn û di asteke giştgîr de neyê berovajîkirin, bang hate kirin ku muzakereyên tevlîbûna endamtiyê ya Tirkiye re bi resmî bê sînordarkirin.

Yek ji mijara ku di pêşnûmeyê de guherîn lê hate kirin, bang hate kirin ku bûyerên 1915’an a Tirkiyeyê divê weke ‘qirkirin’ qebûl bike, hate diyarkirin ku wê ev yek sûdê bide aştiya di navbera gelên Tirk û Ermen de.