Parlamentoya Katalonyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir

Dîwana Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê, bertek nîşanê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk da û got: Dinya çavê xwe ji êrîşkariya Erdogan re digire, xwîn yekcar zêde dirije, cardin mirov koç dikin û beîstiqrarî çêdibe.’’

Berdevkên Dîwana Serokariya Parlamentoya Katalonyayê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de daxuxaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

‘’Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hem hewil dide ku bibe navbeynkar di şêrê Ûkraynayê de û hewil dide ku xwe wek yekî aştîxwaz bide nîşandan, hem jî li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke leşkerî ya berfereh kir. Armanca dewleta Tirk valekirina vê herêmê ji mirovan û bi dûv re dagirkirin e.

Rêgeza Sereke ya dewleta Tirk û Erdogan, li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkarkirinê û şer e. Hewldanên Erdogan ên navbeynkariyê jî ji bo veşartina polîtîkaya şer û qirkirinê ya li ser Kurdistanê û herêmê ye.

 DEWLETA TIRK DIXWAZE DAGIRKIRINÊ BERFIREH BIKE

Dewleta Tirk di 17‘ê Nîsanê de ji bo dagirkirina qadên Şikefta Birîndaran, Kurojahro û Çiyayê Reş dest bi tevgereke nû ya leşkerî kir. Hêzên Leşkerî yên Tirk di vê tevgera derveyê sînoran a dijqanûnî de, top, balafirên şer, balafirên şer ên bêmirov û helîkopteran bi kar tîne û bi helîkopteran hêzên bejahiyê leşkeran sewqê herêman dike. Hêzên Tirk hewil didin ku dagirkeriya xwe ji Zapê heta bi Metîna û Avaşîn-Basyanê berfereh bikin. 

Bikaranîna çekên giran û hêzên bêjahiyê ji bo tevahiya herêmê gefeke cidî ye û ev yekîtiya Kurdên li her dera Kurdistanê û Dîasporayê bersivek e li dijî êrîşkariyê.

Pîrozbahiya Newrozê danezaneke yekîtiya pozîsyona yekîtiya neteweyî ya Kurdan di xwe de vedihewand û li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdeyê 10 milyonan Kurd bi peyameke bi aşkerehî da Erdogan; diyar kirin ku ew ê serî li ber wehşet û siyaseta îmhakirinê ya Erdogan ser daneynin. Ji pîrozbahiyê Newrozê bi vir de êşkence û kuştina girtiyên siyasî yên Kurd, êrîşên li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde bûne. Her wiha êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûne.

BI MILYONAN KURD DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKIN

Bi milyonan Kurdan îfade kir ku aştiya li Tirkiye û herêmê bi tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Serbest berdana gelek girtiyên siyasî wek ku wê di mînaka Osman Kavala de bihê dîtin, wê tevkariyê li çêbûna aştiyê bike.

Erdogan niha bi gelek qeyranên navxweyî re rûbirû ye û hewl dide xwe biparêze û bi hêz bike. Bi lîstina rolê navbeynkariyê di şerê Ûkraynayê de, di navbera NATO û Rûsyayê de daxwaza pozîsyoneke jeopolîtîk a bêmînak dike. Dinya çavê xwe ji êrîşên Erdogan re digre, wê li Kurdistanê bêhtir xwîn birije, cardin wê koçberî û bêîstiqrarî çêbibe.

DIVÊ DEMILDEST TEVDÎR WERIN GIRTIN

 Ji bo van hemûyan Desteya Berdevkên Parlamentoya Katalonyayê wiha dibêje:

- Neteweyên Yekbûyî, NATO, YE, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ereban jî di nav de, em bang li hemû hikûmet û saziyên navneteweyî dikin ku bi lez û bez li dijî tevgera leşkerî nehuqûqî ya dewleta Tirk a li ser herêmên Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Çiyayê Reş û Zapê yên Başûrê Kurdistanê bi lez û bez tevdîran bigrin.

- Em tifaqa siyasî YE û welatên endamên bi Tirkiyeyê re şermezar dikin û ji dewleta Îspanyayê dixwazin ku hew alav û amûrên leşkerî ji dewleta Tirk re peyde bike.

- Em vê êrîşkariyê bi aşkerehî şermezar dikin û dibêjin ku bila Tirkiye leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne.

- Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên aştiyê, sendîkavan û aktîvîstan ew e ku li hemberê êrîşkariya dewleta Tirk rabin.

- Em parastina rewabûna partiyên Kurd ên ji bo parastina berjewendî, maf û azadiya welatiyên Kurd bi awayekî demokratik têdikoşin, dikin.’’

Ev daxuyanî bi piştgiriya partiyên ERÇ, JxCat, CUP, NCGĞi COMUNS di serokatiya parlamentoyê de hat qebûlkirin.

ERÇ û JxCat partiyên di hikûmetê de ne, partiyên din jî muxelefet in.