Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Parlamenterên YE: Helwesta dewletan a li hemberî Rojava 'şermezar' e

Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê yên ku li dijî êrîşên li ser Rojava derketine, helwesta dewletên têkildarî saziyên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne kirin û rewşa heyî wekî "şermezar" binav kirin.

DAÎŞ, dewleta Tirk û çeteyên HTŞ'ê yên ku Sûcên şer ên berê hatine belgekirin, ji 6'ê Çile ve êrîşên xwe li ser Rojava didomînin. Bajarê Kobanê yê Rojava di bin dorpêçê de ye.

Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê yên ku li dijî êrîşên li ser Rojava derketine, helwesta saziyên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne kirin û rewşa heyî wekî "şermezar" binav kirin.

REWŞEKE ŞERMEZAR

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya ji Koma Çep (GUE/NGL) û endama Alleanza Verdi e Sinistra ya Îtalî Ilaria Salis, serdana Ursula von der Leyen a Şamê di dema ku êrîşên li Helebê dest pê kiribûn wekî skandalek mezin binav kir.

Salis got ku ev helwesteke pir şermezar e û divê civaka navneteweyî rêveberiya xweser a li bakur-rojhilatê Sûriyê piştgirî bike û ji bo aştiya rastîn û edaletê li herêmê hêsantir bike.

EV REWŞ NAYE PEJIRANDIN

Endama Koma Çep (GUE/NGL) a Parlamentoya Ewropayê û endama Movimiento Sumar a Spanya Estrella Galán jî rewşa gelê Kurd li bakurê Sûriyê wekî rewşeke dijwar û naye pejirandin binav kir. Galán bal kişand binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî gelê ku li gelek parzemînan hatine qetilkirin û got divê hemû wekî ku jî qirkirin li ser hatiye kirin bên nirxandin.

Galân got ku Parlamentoya Ewropayê û komîteyên têkildar divê piştgirî bidin vî gelş ku pir hewceyê naskirinê ye da ku zordariya li ser wan didome bisekîne. Her wiha got ku gelek penaberên Kurd ên li welatên cuda dijîn hemwelatiya wan nayê naskirin û wekî bêwelat tên pejirandin.

Galán lê zêde kir ku Yekîtiya Ewropayê divê gelê ku di dîrokê de gelek êş kişandiye biparêze.

REWŞEKE WÊRANKER HEYE

Parlamenterê Hollandayî yê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Thijs Reuten jî li ser rewşa Rojava û Kobanê wiha nirxandin kir:

"Rewşeke wêranker û dilşewat e. Bi dilsozî bibêjim ez şerm dikim. Ji ber ku ne tenê civaka navnetewî, bi taybetî Amerîka, Yekîtiya Ewropayê jî xeletiyên mezin kirine. Ne tenê di hefteyên dawî de, di sala dawî de jî. Ji ber ku hilweşîna rejîma Esed ji aliyê piraniyê ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Lê ev tenê şans bû, ne mîsogeriya serkeftinê bû. Niha tiştê ku em dibînin encama lûtkeya stratejiyeke ku bi piranî piştgirî dide Tirkiyê û YE jî di pêşengiyê de ye.

Ev bedela avakirina civakeke li ser demokrasî û nirxan ji aliyê Kurdên Rojava ve ye. Li Rojava ji bo Kurdên li Sûriyê rewşeke baş hebû. Niha tiştên ku tên dîtîn jî wêranker e."

Parlamenter Thijs Reuten di derbarê bangewaziya piştevaniyê ya gelê Rojava de jî wiha got:

"Ez tenê dikarim bi navê xwe biaxivim. Her wiha ez difikirim ku di Parlamentoya Ewropayê de ji bo Rojava, gelê Kurd û doza Kurd hîn jî piştgiriyeke baş û fireh heye,. Lê bi dilsozî bibêjim, roja ku artêşa Sûriyê, yanî HTŞ'ê li Helebê êrîşî Kurdan kir, Serokê Konseyê von der Leyen û Serok Costa li Şamê bûn û alîkariya aborî dane rejîma Sûriyê. Ez difikirim ku ev ji bo Ewropayê kêliyeke pir êşdar e. Diviyabû Ewropa sala borî tiştên cuda bikira; piştgirî bida edaleta veguherînê, avakirina dewletê û mafên kêmîneyên li tevahiya Sûriyê biparasta. Ji ber ku ev tenê bi Rojava re sînordar nîne; bi taybetî civaka Dûrzî ya li başûr jî heye. Li rojava revandina Alewiyan jî heye.

Lê li vir Tirkiye û rejîma Şara bi hev re stratejiya ku plankirine di rojên dawî de dimeşînin. Dîtina vê yekê wêranker e. Ez tenê dikarim bibêjim ku ez li kêleka gelê Kurd ê Rojava me û em ê hewl bidin her tiştê ku ji destê me tê bikin."