Rêber Apo 27 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Yek ji kesayetên ku li qada navneteweyî li dijî vê bêhiqûqiyê têdikoşe parêzerê Îtalyayî Arturo Salerni ye. Salerni ku parêzeriyê ji Rêber Apo re dike li ser "mafê hêviyê" û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF'ê re axivî.
Parêzer Salerni destnîşan kir ku "Mafê Hêviyê" mafekî bingehîn e ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye destnîşankirin û diyar kir ku rewşa Rêber Apo jî bûyereke edlî ya ji rêzê nîne. Salerni anî ziman ku ew qala girtiyekî siyasî û nûnerekî girîng ê siyasî yê gelê Kurd dike û bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Parêzer Salerni got, "CPT ev merc gelek caran xist rojevê. Hem dema ragirtinê ya Ocalan hem jî mercên giran ên girtîgehê dema ku li ber çavan bê girtin, divê ev mesele ji aliyê siyasî û civakî ve di çarçoveyeke diyalogê de bê nirxandin.
Ji xwe Ocalan jî weke nûnerê siyasî yê gelê Kurd ê li nava Tirkiyeyê û bi taybetî weke nûnerê siyasî yê herî payebilind gelek caran daxwaza vê diyalogê kiribû. Îro ev nêzîkatî li nava dewleta Tirk hin bersivê dibîne."
Salerni bi bîr xist ku Rêber Apo bi salan e ji bo çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd banga muzakereyê dike û îro li nava derdora siyasî ya Tirkiyeyê nêzîkatiyeke welê tê nîşandan ku wî weke muxatab dibîne û got, "Ji bo mafê hêviyê ji Ocalan re bê naskirin divê li ser zemîna hiqûqî gavên nû bêne avêtin. Di vê çarçoveyê de li şûna tecrîda giran weke gava destpêkê modelên azadiyê yên bi kontrol ên li derveyî girtîgehê dikare bikeve rojevê. Lê belê dawiya dawî divê bi temamî azad bibe. Berfirehkirina qadên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, pêvajoya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan sernavên ji hev cuda nîne. Ev rewş ketine nava hev û hevdu xwedî dikin."
'STATUYA OCALAN JI BO PAŞEROJA PÊVAJOYÊ DIYARKER E'
Salerni destnîşan kir ku statuya qanûnî ya rola siyasî ya Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê wê diyarker be û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Pêvajoya dawî ya ku bi pêşengiya Ocalan hate destpêkirin girîng e. Aliyê Kurd gavên girîng avêtibe jî pêvajo bi qasî ku tê xwestin bi pêş ve naçe. Pêşveçûna vê pêvajoya diyalogê ku ji bo berjewendiya her kesî ye; bi diyarkirina rola Ocalan a ji aliyê siyasî û hiqûqî ve dibe. Ji ber ku Ocalan bi tecrûbeya xwe, bi nasnameya xwe ya siyasî, bi popularîteya xwe ya li nava gel û rewatiya xwe ya civakî aktorê siyasî yê herî xurt e ku dikare muzakereya aştiyê bibe serî. Ji ber vê jî derdora herî pêşdîtî ya civaka siyasî ya Kurd jî destnîşan dike ku rêya divê bê hilbijartin ev e.
Dibe ku di vê mijarê de sekneke dijber hebe. Lê belê her kesên ku ji bo paşerojeke ji mafên gelan, demokratîk û aştiyane têdikoşin, divê ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê hewl bidin. Nabe ku ev rewş bi vî rengî dewam bike; nabe ku mercên ragirtina giran a li hemberî Ocalan bi demdirêjî dewam bike."
'NASKIRINA MAFÊ HÊVIYÊ JI BO HERÊMÊ WÊ BIBE PÊŞKETINEKE DÎROKÎ'
Arturo Salerni işaret bi şerê li Rojhilata Navîn kir û destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêvajoya ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Salerni got, "Li herêmên ku gelê Kurd eleqedar dike pêkanîna çareseriya siyasî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê gelekî krîtîk e. Ji ber vê jî sivikkirina mercên ragirtina Ocalan, bidawîkirina statuya mehkûmiyetê û bicihanîna mafê hêviyê bi şênberî îro meseleyeke siyasî, hiqûqî û mirovî ye. Di heman demê de meseleyeke siyasî ye. Bi dîtina min ev yek wê bibe pêşketineke dîrokî."
Salerni destnîşan kir ku diyarkirina statuya siyasî û hiqûqî ya Ocalan divê di esasê vê pêvajoyê de be û got, "Ne tenê ji ber sedemên mirovî, ji ber ku ew kes e ku gavên herî şênber ên serketina pêvajoyê ya muzakereyê, divê ev yek pêk were."
Salernî destnîşan kir ku weke hiqûqnasên li Ewropayê û parêzerên Rêber Apo daxwaza wan a bingehîn azadiya Rêber Apo ye û got, "Em di wê baweriyê de ne ku îro li pêşiya azadiya Ocalan ti astengî nemaye."