PÎK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, “Pêwîst e ku hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsin.”
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, “Pêwîst e ku hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsin.”
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî parçekirina Kurdistanê, hemû dagirkerên Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe kirin û nehiştin Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan siyaseteke îmhayê, înkarê û qirêj meşand û wiha hat gotin: “Ev polîtîka li ser zimanê Kurdî jî bandoreke pir xirab û neyînî çêkiriye. Hemû dagirkerên Kurdistanê dixwazin hebûna Kurdan û zimanê Kurdî tune bikin.
Dewleta Tirk a nîjadperest ji bo asîmîlekirina Kurdan polîtîkayeke înkarê ya li ser zimanê Kurdî dimeşîne û hîna jî didomîne. Dewleta Kemalîst a Tirkiyeyê ne tenê naxwaze zimanê Kurdî di nav sînorên xwe de bibe zimanê fermî û perwerdeyê, lê di heman demê de hewl dide ku li her deverê jî pêşî lê bigire.
Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî, nivîskî û zimanê jiyana rojane, zimanê Kurdî bi temamî pêş nakeve. Ji ber vê yekê pêwîst e ku hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsin. Zimanê me hebûna me ye. Em Cejna Zimanê Kurdî li gelê xwe û hemû gelên mazlûm pîroz dikin.”