PÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir: Bibe mizgîniya azadî û aştiyê

PÎK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Qurbanê li gelê Kurd û hemû gelên Îslamê pîroz kir û got, “Cejna Qurbanê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, bibe mizgîniya azadî û aştî 
û aramiyê.”

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind bi boneya Cejan Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  Cejna Qurbanê, sembola fedakarî û mirovan dibe ber bi bilindtirîn asta însaniyetê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Cejna Qurbanê di dîroka mirovahiyê de her tim bûye ronahiya aştî, azadî û edaletê û wiha hat gotin: “Lê mixabin, îsal jî di vê rojên pîroz de, dîktator û zalim li seranserê cîhanê li dijî gelên mazlum qirkirin û zilmê didomînin.

Bi taybetî dewleta Tirkiyê ya nijadperest, li Bakur,Başûr, Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê bi kîna mezin êrîşî maf û destkeftiyên gelê Kurd ên mazlûm dike.

Di heman demê de, rejîma melayên Îranê ya dagirker û kujer her roj bombeyan li ser gelê Kurd ê bindest dibarîne û ciwanên Kurd darve dike.

Her wiha li gelek deverên alema Îslamê, hin rêber û dewletên dîktator li ser xwîna misilmanên mazlum desthilatdariya xwe didomînin.

Xwedayê Mezin û Dilovan, gelê me û hemû gelên mazlum ji şer û zilmên van zaliman biparêze.  Her çend ku di cîhanê de gelek zilm, şer û neheqî hebin jî, em dizanin ku dawiya her zalimiyekê hene û Xwedê bi rastiyan re ye.

Daxwaza me ji Xwedayê Rehman ew e ku ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, bibe mizgîniya azadî û serxwebûna Kurdistanê û bibe sedema aştî û aramiyê ji bo hemû mazlûmên cîhanê.

 

Em careke din Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê, bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin.”