Li bajarê Marsilyayê yê Fransayê, bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de, ku tê de geşedanên rojevê hatin nirxandin, serokên raya giştî yên herêmê û Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut jî amade bûn.
Omer Ocalan di axaftina xwe de got ku Rêber Apo ji geşedanên li Ewropayê agahdar e û ji beşdaran re peyama “Hûn çûne ku derê, silavên min ên herî dilsoz bêjin” ragihand. Ocalan destnîşan kir ku armanca siyaseta wan ew e ku layiqî şehîdan bin û got: “Pirsgirêka Kurd ji salên 1850’î û vir ve didome. Kurd, Ereb û Tirk çawa dikarin bi hev re bijîn? Li Sûriyeyê, bi pêşengiya Rojava, çareseriyeke çawa ji bo Rojhilata Navîn pêkan e, divê ev bên nîqaşkirin.”
Ocalan anî ziman ku şerê dewleta Tirk a 50 salan li dijî Tevgera Azadiya Kurd ji aliyê aborî ve ber bi têkçûnê ve diçe û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn, bi pêşengiya gelê Kurd û modernîteya demokratîk jiyaneke nû pêkan e. Ev yek bi pêşengiyeke xwe û hêza xwe parastinê dikare pêk were.”
Ocalan destnîşan kir ku têgeha entegreyê divê neyê şaş famkirin û got: “Entegrasyon ne ew e ku mirov her tiştê xwe berde û xwe radestî dewletê bike. Entegrasyon ew e ku her kes bi ziman û çanda xwe ya azad bi dewletê re bibe yek.”
Ocalan diyar kir ku helwesta Rêber Abdullah Ocalan li ser Rojava zelal e û got: “Divê Kurd teng nefikirin. Kurd, Elewî, Dûrzî, tevî hebûna HTŞ’ya ku dewama DAÎŞ’ê ye, divê di nav yekîtiyê de bin.”
Ocalan ragihand ku li Ewropayê, bi pêşengiya Kurdan û dostên wan, wê demeke nû ya xebatên enternasyonal dest pê bike û tê payîn ku navenda wê Îtalya be. Ocalan got ku di demên pêş de dibe ku li Îmraliyê hevdîtinên bi Rêber Apo re bêne kirin û hin rêziknameyên zagonî jî di rojevê de ne.
Ocalan anî ziman ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê Rêber Apo di şertên azad de bikare siyasetê bike.