Gelê xwecihî yê Meksîkayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî li dar xist
Gelê Totonacayê yê li Meksîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.
Gelê Totonacayê yê li Meksîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.
Gelê Totonacayê yê li gundê Totonacapan ê eyaleta Veracruzê ya li başûrê Meksîkayê dijîn, piştgirî dan pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî."
Gelê Totonacayê ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze, ji bo enerjiya xwe ya ku kevneşopiyeke taybet a gelên xwecihî ye bişînin merasîmek li dar xistin. Gel peyam da ku ew li gel Abdullah Ocalan in.