Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa li Kasselê hatin bîranîn
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, du fermandarên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hatin bîranîn.
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, du fermandarên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hatin bîranîn.
Bîranîn roja Şemiyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kasselê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku yek ji pêşengên şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî bi fedakarî û biryardariya xwe yek ji nirxên tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye.
Hate ragihandin ku endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Koçero Urfa jî di nava têkoşînê de ku bi ciwantî tevlî bû, bi wêrekiya xwe bû sembola ruhê bexwedanê.
Di bernameyê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sofî û Urfa hate nîşandan.
Beşdaran diyar kirin ku mîrateya herdu pêşengan li pey xwe hiştin, ji bo mezinkirina têkoşînê rê nîşan dide.
Çalakiya bîranînê bi peyama 'Li ser rêya şehîdan em ê têkoşînê mezin bikin' bi dawî bû.