BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 693’yan de berdewam dike

Nobeta Azadiyê ya ku zêdetirî 13 sal in bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Strasbourgê tê lidarxistin, di hefteya 693’yan de berdewam dike. Nobeta vê hefteyê koma ji Hildesheim ê Elmanyayê hat, dewr girt.

Nobeta Azadiyê ya ku ji sala 2012’an vir ve ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 693’yan de ye.

Çalakiya nobetê ya vê hefteyê ji aliyê Alî Kocademir, Yûsûf Biînîcî û Mehmet Bayhan ên ku ji Hildesheim ê Elmanyayê hatibûn, dewr hate girtin.

Li ser navê komê Alî Kocademîr axivî û diyar kir ku ew li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Hildesheimê nobetê dewr digirin. Kocademîr anî ziman ku ew ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û parastina mafên wî yên qanûnî vê nobetê digirin û got, "Li vir rol dikeve ser milê her kesî. Ez daxwaz dikim ku hemû meclîsên me bi xurtî xwedî li Nobeta Rêbertiyê  derkevin. Ev yek wê bihêle ku di pêvajoya nû de destê Rêberê xwe xurt bike; ev yek wê bihêle ku Rêberê me bi awayekî azadtir ji bo civakê bixebite û tevbigere. Bi mafê hêviyê re wê Rêberê me bigihîje azadiya xwe û wê bikaribe bi yekser bi muxataban re têkiliyê deyne."

Kocademîr anî ziman ku Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn hişmendiyeke nû, çandeke nû û jiyaneke nû pêş xistiye û bi bîr xist ku hêzên emperyalîst ji bo pêşî ev fikir û ramanên Rêbertiya me belavbûna nebe dîl girtin.

Alî Kocademîr bertek nîşanî astengkirina mafê hêviyê yê rêberekî ku PKK’ê fesix kir, têkoşîna çekdarî bi dawî kir û bi paradîgmayek nû rê li ber aştiya civakî vekir,  da û destnîşan kir ku modela demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku hemû gel, bawerî û çand bi hev re lê dijîn, xwe dispêre fikrên Rêber Apo.