Nobeta Azadiyê di hefteya 600’an de ye
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 600’an de bi komek ji sê welatparêzên ji bajarê Toûlûsê hatin dewam dike.
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 600’an de bi komek ji sê welatparêzên ji bajarê Toûlûsê hatin dewam dike.
Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, bi koma nû dewam dike.
Di hefteya 600’an de ye welatparêzên ku ji bajarê Toûlûsê yê Fransayê hatin, nobetê dewr girtin.
Di komê de Hasan Kartal, Ferhat Karaagaç û Bedîrhan Oz cih digirin.
Çalakgeran banga mezinkirina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê şermzar kirin.