Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê: Divê dewlet tavilê gava qanûnî biavêje
Di hefteya nû ya Nobeda Azadiyê de ku ji bo azadiya Rêber Apo zêdeyî 13 sal in li Strasbourgê dewam dike, komek ji berlin û Strasbourgê nobed dewr wergirt.
Di hefteya nû ya Nobeda Azadiyê de ku ji bo azadiya Rêber Apo zêdeyî 13 sal in li Strasbourgê dewam dike, komek ji berlin û Strasbourgê nobed dewr wergirt.
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê di Hezîrana 2012'an de destpê kir û bê navber dewam dike, di hefteya 699'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî sê welatparêzên ji paytexta Elmanya Berlinê û bajarê Strasbourg ê Fransayê ye. Sedat Yavaş, Selahattîn Mete û Ahmet Kûrt wê nobeda vê hefteyê bimeşînin.
Komê xwest, tecrîd bê rakirin, deriyê Îmraliyê tavilê bê vekirin, hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin û destnîşan kir ku ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev yek divê bê kirin.
Berdevkê komê Sedat Yavaş anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd berpirsyariya xwe bi cih aniye û got, "Divê dewlet tavilê sererastkirinên qanûnî bike."