Nobeda Azadiyê bi koma ji Strasbourgê dewam dike

Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 11 sal in li Strasbourgê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê koma ji Strasbourgê dewr hate wergirtin.

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, li bajarê Strasbourg ê Fransayê di hefteya 541'ê de ye.

Çalakî her hefte ji aliyê komeke ji Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ve tê lidarxistin. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji bajarê Strasbourgê ye.

Di nava komê de Velî Tekîner, Mehmet Alî Çoban, Sîdar Amed û Îsmaîl Firat hene.

Berdevkê komê Sîdar Amed bi bîr xist ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew di nobedê de ne û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku hîn bêhtir xwedî li Nobeda Azadiyê derkevin.

Sîdar Amed got, "Nobeda Azadiyê di sala 11'an de ye, bênavber dewam dike. Îro jî bi navê welatparêzên li Strasbourgê em di Nobeda Rêbertî de ne. Banga me li welatparêzên li hemû welatên Ewropayê ye ku xwedî li vê nobedê derkevin. Bijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Bijî Partiya Karkerên Kurdistan. Bijî Serok Apo."