Nobeda Azadiyê bi koma ji Dusseldorfê dewam dike
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi k oma ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dewam dike.
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi k oma ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dewam dike.
Nobeda Azadiyê ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 465'an de bi komeke nû dewam dike.
Çalakiya ku her hefte ji aliyê komeke cuda ya Kurd û dostên wan ên li Ewropayê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê komek ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dewam dike.
Nobedarên vê hefteyê Ayvaz Ece, Bedran Aydenîz û Ayvaz Acar e.
Ayvaz Ece bi navê komê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin û wê li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin. Ayvaz Ece bexwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê silav kir.
Ayvaz Ece diyar kir ku ew bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û bi bîr xist ku di serî de Ewropa, mirovahî deyndarê Kurdan e ji ber ku Kurdan belayê serê cîhanê çeteyên DAÎŞ'ê têk birin.
Ayvaz Ece destnîşan kir ku gelê Kurd wê têkoşîna azadiyê bi azadiya Rêberê xwe bi ser bixîne û ji bo vê jî li her qadê têkoşînê mezin bikin. Ayvaz Ece got, "Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê li dijî mirovahiyê ye" û bang li dewletên Ewropayê kir ên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê pênase dikin ku dest ji cotstandartiya li dijî Kurdan berde.
Ayvaz Ece bal kişand ser daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya beriya çend rojan û got, "Dayina cezayê dîsîplînê li Rêberê me ji aliyê Kurdan ve qet nayê qebûlkirin" û bang li gelê Kurd kir ku li her qadê berxwedanê mezin bikin.