Nivîskar Toksoy piştevaniya malbatên girtî û şehîdan kir

Nivîskar Enver Toksoy, 4 hezar û 300 Eûro yê ji gotûbêj û dannasîna pirtûka “Benî Tanidin mi?“ hat berhevkirin, şand ji malbatên girtiyan, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê yên Amed û Dayikên Aştiyê yên Êlihê re.

Parêzkarê mafên mirovan, aktîvîstê polîtîk, nivîskarê sosyalîst Enver Toksoy ku di bin banê Meclîsa Sirgûniyên Ewropayê (ASM) de têdikoşe, 4 hezar û 300 Eûro pereyê ku ji gotûbêj û dannasîna pirtûka “Beni Tanidin mi?“ hat berhevkirin, şand ji malbatên girtiyan, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê yên Amed û Dayikên Aştiyê yê Êlihê re

Nivîskar Enver Toksoy bi bîr xist ku bi deh hezaran girtiyên di zindanên faşîzmê de, hezar û şesed girtiyên nexweş ên giran û 200 jê terkê mirinê hatine kirin û got: “Em êdî naxwazin kes di zindanan de jiyana xwe ji dest bide. Jiyana xwe ji dest didin, em xwe ker nekin, daxwaza valakirina hemû girtîgehan û efûya giştî zêde bikin.“

Toksoy diyar kir ku ji dannasîna pirtûka “Beni Tanidin mi?“ bi tevahî 4 hezar û 300 Eûro pere hatiye berhevkirin û got ku wan pere şandiye ji malbatên girtiyan, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê yên li Amed û Êlihê re û diyar kir ku dannasîn û gotûbêja li ser pirtûkê li cihên cuda berdewam in.

Toksoy da zanîn ku li Tirkiyeyê di serî de Weşanxaneya Notabene û li ser gelek malperên înternetê û li pirtûkfiroşan, li Pirtûkfiroşa ya li bajarê Koln ê Elmanyayê, li Dortmûndê jî li Pirtûkfiroşa Dost tê peydekirin.

Toksoy, spasiya hemû piştevanan kir.