Newroz li Torontoyê hate pîrozkirin
Newroz li Torontoyê bi şahiyekê hate pîrozkirin ku nêzî 3 hezar Kurdistanî tevlî bûn.
Newroz li Torontoyê bi şahiyekê hate pîrozkirin ku nêzî 3 hezar Kurdistanî tevlî bûn.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi banga Meclîsa Kurdan a Demokratîk a Torontoyê û Komuna Jinê ya Sara Ozgur nêzî 3 hezar Kurdistanî li hev civiyan û Newroz pîroz kirin.
Di destpêkê de Hevserokên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê axivîn û peyama KCDK-E'yê ya li ser Newrozê hate xwendin.
Parlamentera Francesco Sorbara û ji Tevgera Jinê ya IWD a Torontoyê nûner axivîn. Her wiha kincên Kurdî yên zarokan hate nîşandan.
Piştî pêşandana koma Govendê ya Çiyager, hunermend Sîdar Kendal û Azad Aslan derketin ser dikê. Girseya gel ku li ber stranên wan govend gerand, dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya.
Herî dawî hunermend Zinar Sozdar derkete ser dikê û pîrozbahiya Newrozê bi stranên wî bi dawî bû.