Newroz li Malmo û Goteborgê bi coş hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarên Malmo û Goteborg ên Swêdê, Newroza îsal bi coş û girseyî pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de Hefteya Lehengiyê hate silavkirin.
Kurdistaniyên li bajarên Malmo û Goteborg ên Swêdê, Newroza îsal bi coş û girseyî pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de Hefteya Lehengiyê hate silavkirin.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (Herêma Skane) li herêmên Malmo û Goteborg ên Swêdê cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya li Malmö 26’ê Adarê, pîrozbahiya li Göteborgê jî 27’ê Adarê pêk hat.
Di herdu pîrozbahiyan de li gel peyamên partî û rêxistinên siyasî, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi sînevîzyonê hate nîşandan.
Nûner û endamên Partiya Çep a Swêdê jî di şahiyan de Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.
Nûnerên Partiya Çep diyar kirin ku ew piştgiriya xwe bi Kurdan dewam bikin û hewldanên wan ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ye.
Beşdarên pîrozbahiyê jî bi kincên neteweyî amade bûn û bi vî rengî Newroz xemilandin.
Her wiha gelek hunermend; Ferîborz Keremî, Yelda Ebasî, Şiyar û Dijwar, Koma Govendê ya Keçên Efrînê û Hozan Fîgan hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahiyan li ber stranên hunermendan bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kirin.