Newroz li Ermenistanê hate pîrozkirin

Kurdên li Ermenistanê, Newroz li paytext Erîvanê pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Erîvanê roja Yekşemê pêk hat. Kurdên li bajarên Elegez, Oktoberyan û Artaşatê ji bo pîrozkirina Newrozê li hev civiyan.

Pîrozbahî li salona konserê ya li Navenda Çandê ya Akademîk a Neteweyî ya Sûndûkyan hate lidarxistin û hunermendên xwecihî û Azad Bedran derketin ser dikê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan eyama nûnertiya Esengeyê hate xwendin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî peyamek şand û Newroz pîroz kir.

Piştre jî Hevserokê Şêwra Gelê Kurd û Parlamenter Kinyas Hasanov, Hevseroka Kurdistan Komîte Îla Tovmasyan û Silo Dirboyan axivîn.

Qisekeran Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, şehîdan û gelê Kurd pîroz kirin û diyar kirin ku Newroz a serîhildana li ber zilmê ye îsal bi xurtî û bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.