NCDK-Stockholmê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist

Kongreya 12'emîn a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Stockholmê (NCDK-Stockholm) bi beşdariya gelek siyasetmedarên Kurd ên di asta neteweyî de, pêk hat.

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, kongreya 12'emîn a rêxistiniya xwe Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê (NCDK-Stockholm) bi beşdariya endam û nûnerên ji herêma Stockholmê lidar xist.

Kongre bi dirûşma "Tecrîdê bişikîne, faşîzmê birûxîne û Kurdistana azad pêk bîne" bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Destpêkê Hevseroka NCDK-Skandînavyayê Nadiya Salih axivî û diyar kir ku ew vê kongreyê diyarî têkoşerên girtî yên siyasî dikin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs jî peyam da û diyar kir, ku artêşa Tirk a dagirker ku tevî bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîla têk çû, niha bi hevkariya PDK'ê dixwaze êriişî gel û gerîla bike.

HEVSEROKÊ KNK'Ê: HÊZA KU LI GEL DIJMIN CIH BIGIRE Û LI DIJÎ ŞERVANÊN KURD ŞER BIKE, EW LI SER XETA XIYANETÊ YE

Ehmed Karamûs got, "Mîna berê careke din dixwaze hêz û îradeya Kurdan bi destê Kurdan têk bibin. Sedem çi dibe bila bibe her hêzeke Kurd ku li rex artêşa Tirk cih bigire û li dijî şervanên Kurd şer bike, em vê ya weke xeta xiyanetê dibînin. Ji ber ku ew bi xwe jî zanin ku bi ti awayî nikarin vîna Kurdan bişikînin, lewma ketine nava lêgerîneke wiha. Yekane rêya çareseriyê jî avabûna yekîtiya neteweyî ye."

Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs bang li raya giştî ya Kurd kir ku li dijî vê planê hişyar be û xwedî helwest be.

NÛNERÊ PARTIYA ÇEP A SWÊDÊ DANIEL RIAZAT: DOZA GELÊ KURD DOZEKE REWA YE

Li gel peyamên rêxistinên siyasî her wiha bi navê Partiya Çep a Swêdê Daniel Riazat li kongreyê axivî û anî ziman ku weke partiya çep karê wan ê ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' wê dewam bike, ji ber ku ew doza gelê Kurd her tim rewa dibînin.

REMZÎ KARTAL: PDK BÛYE PARTIYEKE DEWLETA TIRK, BI HER AWAYÎ ZERARÊ DIDE DESTKETIYÊN KURDISTANÊ

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî bi rêya Skype peyamek weşand û bal kişand ser tek û dolabên dewleta Tirk ên li ser şerê Ûkraynayê dimeşîne.

Remzî Kartal got, "Dewleta Tirk hewl dide xwe li ber çavên Rûsya, Ûkrayna, Ewropa û Emerîkayê şîrîn bike û bi kiryarên derewîn raya giştî ya navneteweyî bixapîne, şerê li ûkraynayê ji bo xwe veguherîne derfetekî ku pê êrişî Kurdan bike. Vê yekê jî dixwaze bi destê PDK'ê bike. Ji ber ku PDK di her warî de bûye weke partiyeke dewleta Tirk. Bi her awayî ketiye bin kontrola dewleta Tirk û bi kriyarên xwe zerareke mezin dide destketiyên Kurdistanê."

Remzî Kartal destnîşan kir ku divê karê wan ê dema bê li ser bingeha pêngava 'Dem dema azadiyê' be û armanca sereke misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Kartal ji bo xurtkirina kar û têkoşînê bang kir.

ÎLHAM EHMED: LI PÊŞIYA KURDAN TENÊ SERKETIN HEYE

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî li kongreyê amade bû û peyamek da. Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji niha û pê ve tenê serketin li pêşiya Kurdan e û got, "Tevî her tiştî êrişên giran li dijî me têne kirin. Siyaseta qirkirinê tê meşandin. Şoreşa Rojava têkoşîna zêdeyî 40 salî bi serketinê tacîdar dike. Rewşa jeopolîtîk a navneteweyî weke berê derfetê nade ku Tirkiye mîna berê komkujiyan û hovîtiyê bike. Weke gelê Kurd mafê me heye ku em bêjin; 'Gelê Kurd maf û statuya xwe dixwaze'."

Di dawiya peyaman de rapora karê salane hate xwendin. Di dawiya kongreyê de Wefa Bedlîsî û Kejal Şêxmihemedî ji bo Hevserokatiya NCDK-Stockholmê hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.