NCDK: Em krîmînalîzekirina civaka Kurd li Fînlandiyayê şermezar dikin

NCDK, binçavkirinên ku di 3'yê mijdarê de hatin kirin û îro li hin malan lêgerîn hate kirin şermezar kir û got, "Em bang li rayedarên Fînlandiyayê dikin ku proseyê li gorî serweriya hiqûqê, dadmendî û prensîbên mafên mirovan bimeşînin."

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Fînlandiyayê, piştî binçavkirina sê welatparêzên Kurd di 3'ê mijdarê de û lêgerînên li hin malan, îro serê sibehê agahî da ku li hin malên ku berê siyasetmedarên Kurd ên hatibûn girtin seredana wan kiribûn, lêgerîn hatiye kirin; dest danîne ser kompîtur, telefon û belgeyên cûrbecûr ên şexsî. Navendê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku krîmînalîzekirina çalakiyên demokratîk, çandî û civakî yên civaka Kurd nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de wisa hate gotin:

"Di 3'yê Mijdara 2025'an de, li herêma başûrê rojhilatê Fînlandiyayê, di çarçoveya lêpirsîna 'fînansmana terorê' ya ku ji aliyê Keskusrikospoliisi (KRP) ve tê meşandin de, siyasetmedarên Kurd Naim A., Ramazan K. û Metin Ç. hatine binçavkirin; di heman rojê de li hin malan û Navenda Civaka Kurd a Helsînkîyê de lêgerîn hatine kirin. Hevdemiya seredana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a Fînlandiyayê ya bi van binçavkirinan re, aliyekî siyasî li pêvajoyê zêde kiriye û di raya giştî de gumanên cidî peyda kiriye.

Îro serê sibehê jî pêşketineke nû û bi fikar derket holê. Tîmên polîsan li hin malên ku siyasetmedarên Kurd ên girtî berê ku seredana wan kiribûn, lêgerîn kirine, dest danîne ser kompîtur, telefon û belgeyên cûrbecûr ên şexsî. Van serdegirtinan di nav civaka Kurd a li Fînlandiyayê de fikarên kûr çêkirine.

Fînlandiya, welatekî ku bi pabendbûna xwe ya bi demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan ve tê naskirin. Lê belê, ev sepanên di van demên dawî de, siyê didin ser van nirxan. Krîmînalîzekirina çalakiyên demokratîk, çandî û civakî yên civaka Kurd qet nayê qebûlkirin.

Em, NCDK – Kurdên Skandînavyayê, van serdegirtinan bi tundî şermezar dikin û bang li rayedarên Fînlandiyayê dikin ku pêvajoyê li gorî serweriya hiqûqê, dadmendî û prensîbên mafên mirovan bimeşînin.

Herwiha, em bang li hemû saziyên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û gelên dost dikin ku li hember van sepanên neheq di nava hevgirtinê de bin. Em bawer dikin ku divê her kesê xwedî li nirxên dadmendî, azadî û wekheviyê derdikeve, di vê pêvajoyê de bêdeng nemîne.

Em daxwaz dikin ku siyasetmedarên Kurd ên bêdadwerî hatine binçavkirin demildest werin berdan û ev sepanên zextkar ên li ser civaka Kurd bi dawî bibin."