MSD bi saziyên li Elmanyayê re civiya
Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a MSD'ê Hesen Mihemed Elî li Elmanyayê hin danûstandin kir.
Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a MSD'ê Hesen Mihemed Elî li Elmanyayê hin danûstandin kir.
Li gorî mapera fermî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hevserokê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a MSD'ê Hesen Mihemed Elî bi saziyên lêkolînê yên Elmanyayê re hevdîtin kirin.
Malperê diyar kir ku Hesen Mihemed Elî bi saziya Friedrich-Ebert-Stiftung ya girêdayê Partiya Sosyalîst a Demokratîk re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rola civaka sivîl di xebata siyasî de gotûbêj kirin.
Hesen Mihemed Elî bi Heinrich-Böll-Stiftung a girêdayî Partiya Kesk re jî hevdîtin kir û li ser girîngiya pêşxistina rola jinan û beşdariya wan di jiyana sivîl û siyasî de nîqaş kirin.
Li gorî malpera MSD’ê, hevserokê NivîsgehaTêkiliyan a MSD’ê bi saziya Rosa-Luxemburg-Stiftung ya Partiya Çepgir jî hevdîtin kir û li ser pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe û edaleta veguhêz axivîn.