MPKE: Newekheviya şertên hilbijartinê bi kêrî Erdogan hatin

MPKE ku bi 232 çavdêran şopandina tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê kir, got: “Di kampanyaya hilbijartinê de gotinên provokatîv û cihêkar hatin kirin.”

Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê şopandina şertên hilbijartinê kir, çavdêriyên xwe yên têkildarê tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê parve kirin. MPKE’yê, ji bo tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê ji 31 welatan 232 kes peywirdar kirin.

‘GOTINÊN PROVOKATÎV Û CIHÊKAR HATIN KIRIN’

Şandeya MPKE’yê diyar kir ku di kampanyaya hilbijartinê de gotinên texrîqker û cihêkar hatine kirin. Di daxuyaniya nivîskî de ku ji aliyê şandeyê ve hat dayîn, hat destnîşankirin ku ji ber helwesta medyayê ya bi hikumê pêş û sînordarkirina azadiya derbirînê, şert ne wekhev bûne û newekheviya şertan bi kêrî Recep Tayyîp Erdogan hatiye.

‘ŞERT NE DEMOKRATÎK BÛN’ 

Schwabe da xuyakirin ku şertên çêbûna tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê ne demokratîk bûne û bang hat kirin ku di dozên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane, bila bên pêkanîn.