Mihrîcana Govendên Kurdistanê destpê kir

Merasîma Mihrîcana Govendên Kurdistanê li Hannoverê destpê kir.

Merasîma Mihrîcana Govendên Kurdisanê ku îsal 34’emîna wê hat lidarxistin, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi meşê destpê kir.

Merasîma ku wê ji Elmanya, Swîsre û Fransayê 23 komên folklorê beşdar bibin, sibe wê bi pêşbirka folklorê dewam bike.

Ji neteweyên Elman û neteweyên din, gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axaftina vekirinê kir û got: “Dewleta Tirk a mêtinger herî zêde dixwaze bi rêya ziman û çandê gelê Kurd asîmîle bike. Em li dijî asîmîlasyonê xwedî li çanda xwe derkevin.”