Meşa Lozanê destpê kir: Me Lozanê qebûl nekir û em ê qebûl nekin!
Kurdistanî û dostên wan ên ku di 102’emîn salvegera Peymana Lozanê de li hev civiyan, destnîşankirin ku statukoya Lozanê êdî hatiye derbaskirin û pêwîstî bi peymaneke nû heye.
Kurdistanî û dostên wan ên ku di 102’emîn salvegera Peymana Lozanê de li hev civiyan, destnîşankirin ku statukoya Lozanê êdî hatiye derbaskirin û pêwîstî bi peymaneke nû heye.
Kurdistaniyan di 102’emîn salvegera Peymana Lozanê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê li hev civiyan û peymanê protesto dikin. Ev peymana ku bû sedema çar parçebûna Kurdistanê û sedsalekî ku gelên herêmê û b taybet gelê Kurd mehkûmê komkujî, asîmîlason û înkarê dike, wê li cihê ku lê hatî îmzekirin bi meş û mîtîngekî mezin were şermezarkirin.
Bi hezaran kesên ku bi pêşengiya 17 tevgerên Kurdistanî ku KCK, KNK, YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PJAK, ESU, PÎK, PYD’ê jî di nav de ye, li Qada Lozan Jean-Monnetê li hev civiyan û ber bi Chateau d’Ouchy’ye dîrokî ku hevdîtinên Peymana Lozanê lê hatin kirin, dest bi meşê kirin.
Ji xeynî Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Swîsreyê, nûnerên komên baweriyê ya Mezopotamyayê, komên piştevaniyê û saziyên cuda ên Swîsreyê jî piştgiriya meşê dikin.
Beşdaran bi pankart û dirûşmeyên xwe desteserkirinên maf, cudahiya siyasî û statukoya Lozanê ya zêdeyî sedsalî protesto dikin û li ser geşedanên herêmî îşaret bi pêwsîtiya peymaneke nû dikin.