Meclîsa Jinê ya Dest-Dan: Em 6'ê Çileyê li qadan bin
Endamên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, ji bo meşa 6 'ê Çileyê ya li dijî komkujiyên Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, ji bo meşa 6 'ê Çileyê ya li dijî komkujiyên Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan ên ku li paytexta Elmanya Berlînê xebatên xwe dimeşînin, ji bo meşa ku wê 6'ê Çileyê li Qada Hermannplatzê bi dirûşma "Parîs di tarîtiyê de ye, Edalet li kû ye!" banga tevlîbûnê kirin.
Jinan di banga xwe de got, “Em ê di 11’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin dakevin qadan û daxwaza eşkerekirina kiryaran bikin. Pêşî li darizandina dewleta Tirk hatiye girtin. Dewleta Fransayê bi ser girtina dosyeya dozê re, zemîna komkujiya 2’yemîn a Parîsê ya 23'ê Kanûna 2023'yan amade kir."
Jinan gotin, “Weke jinên Kurd şoreşa ku me bi kedên mezin anî vê rojê, em ê tevî jinên cîhanê li her derî belav bikin. Mîna jin em ê li dora Konfederalîzma Demokratîk a li dijî sîstema kapîtalîst ku berhema mejiyê mêr ê serdest e bibin yek û em ê zîhniyeta wê ya qirker, talanker, netewperest û olperest têk bibin. Em ê 6'ê Çileyê roja Şemiyê saet di 11:00’an de li Qada Berlîn-Hermannplatzê kom bibin û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."
FED-KURD BANGA TEVLÎBÛNA MEŞÊ KIR
FED-KURD jî bi daxuyaniyek nivîskî ji bo meşa ku wê li Berlînê bê lidar xistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gelê Kurd di 11’emîn salvegera komkujiya Parîsê de lêgerîna xwe ya edaletê didomîne û ev tişt hate gotin, “Dewletên Ewropayê ku her carê behsa demokrasî, azadî û mafê mirovan dikin, bi taybetî jî dewleta Fransayê bi vê helwesta xwe dibin hevkarên komkujiyê. Ji bo lêgerîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bi komkujiyan bersiv didin û her wiha ji ber ku heta niha kiryar nehatine cezakirin dilê gelê Kurd diêşîne. Em ê şopdarê vê dozê bin. Bi vê wesîleyê em li benda her kesên alîgirê edalet û demokrasiyê ne ku beşdarî meşa ku em ê di 6’ê Çileya 2024’an saet 11:00’an li qada Hermannplatz a Berlînê lidar bixin, bibin.”