Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kir
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir.
Wezîrê Fransayê yê ji bo Ewropa û Karên Derve Jean-Noel Barrot piştî hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyeyê, bi fermandarê gitşî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxiyaniyekê eşkere kir ku ev civîn di çarçoveya amadekariyên hevdîtin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên Hikmûmeta demkî ya Sûriyeyê de, pêk hat. Wezaretê da zanîn ku dê her du alî bi çavdêriya Fransa û Amerîkayê awayên pêkanîna rêkeftina 10`ê Adarê niqaş bikin.
Wezîrê Fransayê diyar kir ku welatê wî alîgirê çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye ku bibe egera avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û misogerkirina beşdariya xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wezîrê Fransayê diyar kir ku divê mafên Kurdan werin parastin.