Li paytexta Îngilîstan Londonê û paytexta Fransa banliyoyên Villeneuve ya Parîsê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê hatin protestokirin. Çalakgeran bal kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk yên bi kîmyewî û xwestin jidandin li ser Tirkiyeyê pêk bê.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê li hemberî êrîşên dagikirinê yên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê çalakiyek şermezarkirinê hate lidarxistin.
Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd, Meclîsa Jinan a Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) gelek kes li ber li ber Stasyona Trenê ya ST. Pancrasê hatin ba hev û çalakî li dar xistin. Partîzan û MLKP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de ciwanan bal kişandin li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayê azadiyê. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HPG, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bimre xiyanet", "Bijî berxwedana gerîla ", "Terorîst TC" û "Qatil Erdogan" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de rojnamegerê ji Îngilîstanê Mark Campbell axivî û bertek nîşanî nêzîkatiya provokatîf a polîsên Îngîlîz ên di çalakiyê de ala PKK'ê weke hincet nîşan da û got: "PKK tevgera azadiyê ye. 30 sal in ez vê tevgerê nas dikim. PKK tevgereke humanîst û pêşverû ye, tevgereke pêşverû ye ku li dijî barbariyê têdikoşe.“
Di berdewama axaftina Campbell, berê xwe da polîsên Înilîz û got: “PKK û Kurdan li dijî barbariyê şer kirin. Ala vê tevgerê rûmet, demokrasî û azadiyê temsîl dike.”
Çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
PARÎS
Li banliyoya Parîsê Villeneuve Saint-Georges a paytexta Fransa, Kurdistaniyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 17’ê Nîsanê yên li ser Kurdistanê û bikaranîna gaza jehrî ya di êrîşan de bi meşekê protesto kirin.
Kurdistaniyê li ber stasyona Villeneuve Saint-Georgesê li hev civiyan, bi pankarta “Li Rêbertiya xwe, welatê xwe, şehîdên xwe û çanda xwe xwedî derkeve” ber bi Şaredariya Villeneuve Saint-Georgesê dest bi meşê kirin. Girseyê li ber şaredariyê ji bo giyanê şehîdan deqîqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê li ser navê girseyê daxuyanî hate xwendin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Qatîl û terorîst Erdogan” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.