Macron: Îran pirsgirêka bingehîn a stratejîk û ewlekariyê ya li Rojhilata Navîn e

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Îran li Rojhilata Navîn 'Pirsgirêka bingehîn a ewlekarî û stratejîk e' û anî ziman, di diyaloga bi rêveberiya nû ya DYE'yê de mijara sereke ya ku ew giraniyê bidin ser, wê ev yek be.

Macron ji sefîrên bilind ên Fransayê re axivî û got, "Îran ji bo Fransa, Ewropiyan û hemû herêmên din pirsgirêka ewlekariyê û stratejîk a bingehîn e."

Serokkomarê Fransayê got, "Bilezkirina bernameya nukleerê me gelekî nêzî nuqteya şikestinê dike."