Li Lyonê Komploya 9ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Komploya 9ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava li Lyonê hatin şermezarkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lyonê ku ev çalakî organîze kir, banga azadiya Rêber Apo û pêvajoya demokratîk kir.

Li bajarê Lyonê yê Fransayê, bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) komek li hev civiya û komploya 9ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava protesto kir.

Di çalakiyê de Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), Sendîkaya Xwendekarên Fransayê (SOLIDER), Komeleya Dostaniya Kurd a Fransayê (AMITIES), Partî Ensamble û Youngle Struggle Lyonê beşdar bûn. Beşdaran pankart vekirin û dirûşm berz kirin, hem li dijî komploya 9ê Cotmehê hem jî li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan.

Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lyonê de hate gotin ku Pêvajoya Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ji bo Kurd û Tirkan firsendek dîrokî ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku erka demê ya neçarî ew e ku beşên demokratîk bi hev re vê pêvajoyê birêxistin bikin, û yên ku li dijî vê pêvajoyê derdikevin jî revok, xayîn û trolên ku ji dewleta kûr sûdê digirin in.

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê Rêber Apo bi lez azad bibe û weke aktorê sereke yê pêvajoyê rasterast rêveberiyê bike. Hate gotin ku hêzên navneteweyî derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de durû ne, ji ber ku li hemberî binpêkirina mafê hêviyê ti cezayan bi kar naynin.

Di çalakiyê de banga çareseriyeke jidilî û zelal ji dewleta Tirk re hate kirin, bi dirûşmên “Azadî ji Rêber Apo re” û “Piştgirî ji Rojava re” û gelek caran bal hate kişandin ser raya giştî.