Li Zurîhê hêrsa li dijî komkujiyên Parîsê: Daxwaza edaletê wê bêdeng nebe
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarê Zurîhê ê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn û komkujî hatin protesto kirin.
Şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li bajarê Zurîhê ê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn û komkujî hatin protesto kirin.
Li bajarê Zurîhê ê Swîsreyê, bi daxwaza eşkerekirina kujerên Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdûrahman Kizil, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di komkujiyên Parîsê hatin şehîdkirin, meşek hat lidarxistin.
Beriya meşa ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Turbinenplatzê pêk hat, ji bo şehîdên herdu Komkujiyên Parîsê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiyên Parîsê nehatine ronîkirin û wiha hat gotin: “Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî eşkere 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hedef hat girtin, hîn nehatiye ronîkirin. Di 23’yê Kanûna 2022’yan de ji aliyê heman hêzên tarî ve 3 hevalên me hatin qetilkirin. Îro li Parîsê, di salvegera komkujiyê de em hatin gel hev ku berpirsyarên her du komkujiyan derxin holê, daxwaza edaletê pêk bînin û hesab ji wan bipirsin.”
Li vir li ser navê YJK-S’ê Ozen Aytaç nivîsa çapemeniya bi Elmanî xwend. Ozen Aytaç bal kişand ser têkiliya dewleta Tirk a bi komkujiyan re û got ku dema her du komkujiyan cih, profîlên tetîkkêşan, qada berpirsyariya kesên bi êrîşê re rû bi rû mane û heta hejmara her du komkujiyan jî eşkere bû ku kiryar dewleta Tirk e.
Piştî daxuyaniyê beşên ji jiyana Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurahman Kizil, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vegotin, xizmên Evîn Goyî yên li qada çalakiyê axaftin kirin.
Li ser navê malbatê Suna Kara û Şivan Bilen gotin ku hem Evîn Kara û hem jî şehîdên Parîsê ne tenê şehîdên wan e, şehîdên çar parçeyên Kurdistanê ne.
Piştî axaftinan bi hezaran kesên ku posterên şehîdên komkujiyên Parîsê hilgirtin bi berzkirina dirûşman meşiyan.
Di meşê de daxuyaniyên çapemeniyê yên bi Elmanî hatin xwendin. Girse piştî meşê vegeriya qada çalakiyê û piştî banga tevlîbûna meşa navendî ya 6’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin hat kirin, dawî li çalakiya xwe anî.