Li Yewnanistanê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li paytexta Yewnanistan Atînayê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di şahiyê de şehîd Nureddîn Sofî û Koçero Urfa hatin bîranîn.

CEJNA VEJÎNÊ YA 15’Ê TEBAXÊ

Şahiya ku bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Atînayê hatî lidarxistin, bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Atîna û Lavrion dijîn û rêveberên saziyê pêk hat. Bername ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de peyama Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan a têkildarî 15'ê Tebaxê hate xwendin. Piştre sînevîzyona derbarê jiyana têkoşîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurd hate temaşekirin.

Di axaftinên li ser navê Navenda Çanda Kurd hatin kirin de, hate destnîşankirin ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd cejna vejînê ye. Îşaret bi rola şehîdan a di têkoşîna azadiyê de hate kirin û hate gotin, ev têkoşîn bi biryardarî tê domandin.

Di şahiyê de rola stratejîk û leşkerî ya yek ji pêşengên şoreşa Rojava Nureddîn Sofî ya di têkoşîna Kurdistanê de hate nirxandin. Hate destnîşankirin ku Koçero Urfa jî bi perwerdeyên dayî û tevkariyên xwe ji bo pêşketina tevgera gerîla bi rola xwe rabû.

Di tevahiya şahiyê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.