Kurdistaniyên li bajarê Wesel ê Elmanyayê bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî-SMJÊ’yê hatin ba hev, êrîş û gefên hêzên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê protesto kirin.
Çalakvanan diyar kir ku êrîşa hêzên artêşa Iraqê û konsepta dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk û hevkarê wê malbata Barzanî ji hev ne qut in û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin konsepta qirkirina Kurdan.
Çalakvanan bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku li dijî vê konsepta qirêj dakevin qadan û banga tevlêbûna çalakiya navendî ya wê 30’ê Nîsanê li Dusseldorfê bê lidarxistin, kirin.
Çalakiya ku tê de îxaneta Barzanî jî hat şermezarkirin bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.