Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ji bo Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrko Mistefa (Birûsk Hejano) ku di 2'yê Mijdarê de li Kobanê di dema operasyona li dijî bazirganên hişbirê de şehîd bû, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Malbata şehîd, heval û gelek welatparêz beşdarî çalakiyê bûn.
Malbata Şêrko Mistefa di bîranînê de axivî û hemû şehîd bibîranîn û got: “Şehîd rêya me ronî dikin, têkoşîna wan hêzê dide me.”
Merasîma bîranînê ya ku li Viyanayê hate lidarxistin, bi dirûşma beşdaran a “Şehîd namirin” bi dawî bû.