Li Viyanaya paytexta Awûstûryayê, bi şîara 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu’ meşek bi beşdariyeke berfireh hate lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê DemKurd ve hate organîzekirin, weke parçeyek ji meşên li seranserê welat hatin lidarxistin. Meş li Platz der Menschenrechte ku yek ji kolanên herî qelebalix ên danûstandinê yên bajêr e, dest pê kir.
Berî meşê, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hate kirin.
Piştre, Endamê Dîwana DemKurd Cevdet Halîm axivî û silav da meşa azadiyê ya li bajarê Kolnê yê Elmanyayê. Halîm di axaftina xwe de ev tişt got: “Ev meşa mezin daxwaza azadiya Rêber Apo dike. 27 sal in di dilê her Kurdekî de hesretek heye. Daxwaza azadiya Rêber Apo ne tenê daxwaza azadiya kesekî ye, daxwaza azadiya hemû gelan e. Divê her Kurd bizane ku heta Rêber Apo bi fizîkî azad nebe, tu Kurd azad nîn e. Em ê têkoşînê mezin bikin û ji bo azadiya Rêber Apo her tiştî bikin.”
Hevseroka Civaka Azad Dilek Karahan jî di axaftina xwe de wiha got: “Bi şîara statû ji Kurdistanê re, azadî ji Rêber Apo re em hatin ba hev. Nêzî sê sal berê kampanyayeke li Ewropayê dest pê kir. Salek berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de manîfestoyek weşand. Di vê pêvajoyê de hem Rêbertî hem jî tevgera azadiyê ya Kurdistanê gavên girîng avêtin, lê ji ber ku dewleta Tirk helwesta xwe diyar nekir, pêvajo gihîşte asta asêbûnê. Em weke gelê Kurd ji destpêkê ve dizanin ku heta Rêbertî azad nebe, gelê Kurd û Rojhilata Navîn azad nabe. Ev ne azadiyeke takekesî ye, azadiya hemû gelan e. Heta Rêber Apo azad nebe, Tirkiye nikare demokratîk bibe. Ji bo avêtina gavên rast, azadiya Rêber Apo şert e.”
Li ser navê Meclîsa Jinan a Avesta Nurcan Guleryuz jî bi Elmanî axivî û ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girava Îmraliyê tê girtin. Cezayê darvekirinê yê ku piştî darizandineke rûpoşkirî li wî hatibû birîn, bêyî dibetiya berdana bi şert, bû 'muebeta giran'. Bi salan e hema hema bi temamî di bin tecrîdê de ye. Ev tecrîda teqez, cureyekî êşkenceyê ye ku 'mafê hêviyê' yê ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye pênasekirin, binpê dike.
Tevî ku zêdetirî 27 sal in girtî ye, Ocalan berdewam dike ku bibe nûnerê siyasî yê navendî yê civaka Kurd, muxatabeke rewa ji bo pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê û pêşengê vîzyoneke demokratîk ji bo Rojhilata Navîn. Pêwîstî bi dengê wî heye; ji bo diyalogê, ji bo sivikkirina pevçûnan û ji bo çareseriya siyasî.”
Di meşê de, alên bi wêneyên Rêber Apo û pankarteke mezin a bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” hatin vekirin. Girseya beşdarî meşê bû, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ber bi Westbahnhofê ve çûn. Dema ku gihîştin qada çalakiyê, meş bi govend û dirûşman bi dawî bû.