Li Viyanayê çalakiya ‘Aştî û Azadiyê’
Li paytext Viyanayê bi sedan kes di çalakiyê de li hev kom bûn, xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin û diyar kirin ku wê heta azadiya Rêber Ap têbikoşin.
Li paytext Viyanayê bi sedan kes di çalakiyê de li hev kom bûn, xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin û diyar kirin ku wê heta azadiya Rêber Ap têbikoşin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi dirûşma ‘Em hêviya aştî û azadiyê mezin bikin’ çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin, bi sedan kes li hev kom bûn. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.
Di destpêkê de Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan bi Tirkî, Hevserokê DemKurdê Zulkuf Karatekîn jî bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî axivîn.
Di axaftinan de işaret bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo hate kirin û hate gotin, “Manîfestoya Civaka Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd, nexşerêya ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Azadiya Ocalan şertê destpêkê yê civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ye.”
Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrîn, peyama Rêber Apo hate xwendin ku ji Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn re şandibû.
Piştî ku Koma Dem derkete ser dikê, Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz axivî û anî ziman ku ew beşdarî konferansa navneteweyî ya li Stenbolê ya DEM Partiyê bû û got, “Em bang li meqamên tirk dikin ku ji bo diyalogeke bi komên civakî bi taybetî jî bi Kurdan re gavên şênber biavêje. Hurmeta li mafên mirovan ne tercîhek e.” Heidi Sequenz bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Apo û destnîşan kir ku pîvanên dewleta hiqûqê divê ji bo hemû girtiyan bi cih bê anîn.
Piştre siyasetmedar Sebat Tûncel axivî û ragihand ku Rêber Apo li navenda pêvajoyê ye û got, “Birêz Ocalan ji gelê xwe, ji jin û ciwanan bawer dike. Li hemberî bêhêvîtiya ku vê sîstema kapîtalîzmê afirandiye dibêje ew bi hêviya sosyalîzmê ye, wê sosyalîzmê ava bike. Em ê ne li dewletê, lê li Birêz Ocalan binihêrin. Eger rêya siyaeta demokratîk bê vekirin weke gelê Kurd û welatiyên azad û wekhev em ê karibin ber bi serdema nû ve gavê biavêjin. Ev pêvajo ne ya rawestînê ye, pêvajoya rêxistinî û têkoşînê ye.”
Çalakiyê bi konserên Seyda Perînçek, Pinar Aydinlar û Şerîf Omerî dewam kir. Beşdaran govend gerandin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan. Çalakî bi atmosfereke bi coş bi dawî bû.