Li Toulouseyê Amara Ekîn Ceren hate bîranîn
Li Toulouseyê bi tevlîbûna malbat û Kurdistaniyên li bajêr Amara Ekîn Ceren ku ji xizmên wê gelek şehîd hene, hate bîranîn.
Li Toulouseyê bi tevlîbûna malbat û Kurdistaniyên li bajêr Amara Ekîn Ceren ku ji xizmên wê gelek şehîd hene, hate bîranîn.
Li bajarê Toulouse yê Fransayê, ji bo Amara Ekîn Ceren (Ajda Çetîn) ku 26’ê Cotmeha 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bûbû, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Di çalakiya bîranînê ya ku li Navenda Kurd a Demokratîk a Toulouse hate lidarxistin de, malbata Amara Ekîn Ceren, her wiha endamên Meclîsa Navenda Kurd a Demokratîk a Toulouse û Kurdistaniyên li Toulouse dijîn amade bûn.
Di salona ku çalakiya bîranînê lê hate lidar xistin de, tevî wêneya şehîd Amara Ekîn Ceren, wêneyên 5 xizmên wê yên di demên cuda de di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, hatin daliqandin.
Di bîranînê de deqeyek ji bo şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê rêz hate girtin û piştre nameya ku Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji malbata şehîdan re şandibû hate xwendin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Toulouse Azad Meletî axivî. Meletî, di serî de ji bo malbatê û gelê Kurd sersaxî xwest û destnîşan kir ku ew ê asta têkoşîna şehîdên xwe bilind bikin. Meletî, diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin, divê her kes bi ruhê seferberiyê li tevahiya qadan di nava çalakiyan de bin.
Di çalakiya bîranînê de Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toulouse jî axivîn û piştre axaftinên bi dîmen ên Şehîd Amara Ekîn Ceren hatin temaşekirin.
Li ser navê malbatê Mizgîn Çetîn axivî û diyar kir ku ew bi têkoşîna xwişka ya ji bo azadiyê serbilind in û destnîşan kir ku ew şehîdê tevahiya Kurdistanê ye.
Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.