Li Toûloûse’yê çalakiyên fîlm, nîqaş û pêşangeha wêneyan hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Toûloûse dest bi çalakiyên fîlm, nîqaş û pêşangeha wêneyan lidar xistin.

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê starta çalakiyên ku wê fîlm, nîqaş û pêşangeheke wêneyan tê de hebe, hat dayin.

Ji bo ku têkoşîna gelê Kurd baştir were naskirin, Meclîsa Toûloûse (Conseîl Departemental) di 27’ê Nîsanê de starta çalakiyê bi pêşandana fîlm, nîqaş û pêşangeha wêneyan da.

Di çarçoveya çalakiyê de bi hevkariya Departmental Conseîl, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Toûloûse û Danîel Mîtterrand, fîlma derhêner Mylene Saoloy ya bi navê Şerê Keçên Kurdistanê (Kurdistan, Girls' War) hat pêşandan, di heman demê de li avahiya şaredariyê pêşangeha wêneyan yên mijarên wan gelê Kurd bû ya wênegir Meryem Eşrefî ji gel re hat vekirin.

Piştî nîşandayina fîlmê bi tevlêbûna Mylene Saûloy, Serokê Weqfa Mîtterrand Jeremîe Chomette û rêveberên Departementa Conseîl nîqaşek hat kirin.

Di hevdîtinê de ku bal hat kişandin li ser têkoşîna gelê Kurd ên di navbera Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de dimînin tê meşandin, hate diyarkirin ku projeya mirovahiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn ku li Rojava pêk hatiye bûye mînak.

Mylene Saûloy got, "Keçên gelê ku ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe hatiye bêparkirin, di nava guleyan de ji bo azadiya xwe tu yê bêjî bi têkoşîna xwe dansê dikin" û destnîşan kir ku Rojava berhema têkoşîna di vê wateyê de ye.

Çalakî diyarî kesên di şerê li Kurdistanê de berdêl dane hat kirin.

Hate tekezkirin ku bernameya çalakiyên hevpar wê di pêvajoya pêşiya me de jî berdewam bike. Pêşangeha Meryem Eşrefî ku di çarçoveya çalakiyê de hat vekirin, li navnîşana Chemîn de la Repûblîqûe li benda hunerhezan e.