Ji ber salvegear sêyemîn a qetilkirina Jîna Emînî ku ji ber serê xwe li gorî pîvanên olî bi têrkerî nenixumandibû ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin, li bajarê Toronto yê Kanadayê jin daketin qadan. Çalakiya li Queen’s Parkê de bi navê ‘Say Her Name’ (Navê wê bibêje) ji aliyê Tevgera, Jin, Jiyan, Azadî ve hate lidarxistin.
Jinên endam û rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê, her wiha jinên ji gelên cuda beşdarî çalakiyê bûn. Di meşê de ku bi pêşengiya jinên Kurd hate lidarxistin, dirûşma ‘Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî nexşerê û berxwedana me ye’ hate qîrîn. Her wiha jinan tîşortên ji wêneyê Jîna Emînî li xwe kirin û pankarta bi nivîsa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hilgirtin.
Jinên Kurd piştî meşê axivî , bal kişandin ser dîroka berxwedana Kurdistanê û gotin, “Kurdistan cografyayeke qedîm e. Li vê cografyayê jin timî bûn pêşengên berxwedanê. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bilind bû, referansa me ye.”
Beşdaran polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê yên li hemberî jinan şermezar kirin û bang li jinên Kurdistanî û ji neteweyên cuda kirin ku têkoşîna hevpar mezin bikin.
Çalakî bi peyamên piştevaniyê û dirûşmên azadiyê bi dawî bû.