Li Torontoyê ji bo piştevaniya Rojava kon hate vedan
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku di bin êrîşa giran a dewleta Tirk a dagirker de ye, çalakiyên konvedanê hatin lidarxistin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku di bin êrîşa giran a dewleta Tirk a dagirker de ye, çalakiyên konvedanê hatin lidarxistin.
Li gelek deverên bajarê Toronto yê Kanadayê, bi taybetî li Meydana Dundasê, li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon hatin vedan. Di çalakiyê de êrişa dewleta Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê jî hate şermezarkirin.
Çalakiyên ku danê sibehê destpê kirin ji aliyê gelê Torontoyê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Li qadên navendî yên bajêr, weke Meydana Dundas, Îstasyona Union û Zanîngeha Yorkê, têkildarî bomberdûmanên dewleta Tirk ên li dijî gelê sivîl ê Rojava û êrîşên li ser binesaziyan, agahî hatin dayîn. Her wiha bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û darvekirinan.
Çalakiya protestoyî heta derengîya êvarê dewam kir. Tevî hewldanên provokasyonê yên komên nîjadperest ên Tirk jî çalakî awayekî serketî dewam kir.
Hate ragihandin ku bi heman armancê wê her roja Yekşemê li Meydana Dundas, Zanîngeha York û Îstasyona Unionê çalakî dewam bikin.