Li Torontoyê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û berxwedana gelê herdu taxan silav kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û berxwedana gelê herdu taxan silav kirin.
Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi sedan kes li hev kom bûn û êrîşên komên çete yên ser bi Tirkiyeyê ve yên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ, QSD û posterên Rêber Apo hatin hildan.
Çalakiyê bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSD'ê", "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" û "Jin, Jiyan, Azadî" destpê kir. Di mîtîngê de piştgirî ji berxwedana gelê Kurd re hate dayin û bi belavkirina belavokên Îngilîzî raya giştî ya Kanadayê hate agahdarkirin.
Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku bi deh hezaran sivîl ji aliyê milîsên çekdar ên xwedî rabirdûyeke tundiyê ya mezhebî ne, têne tehdîtkirin. Hevserokan gotin, "Civakên Xiristiyan û Êzidî jî di nava vê dorpêçiyê de mane. Gelê Kurd û dostên wan, wê ti carî ji kesî re nebin qurban. Em ji bo Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane têdikoşin."
Çalakî bi banga piştevaniya navneteweyî ya ji bo berxwedana gelê Kurd bi dawî bû.