Li Tambovê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li bajarê Mîçûrînsk ê herêma Tambovê ya Rûsyayê, gel ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo civînek li dar xist.

Hevserokê Meclisa Gel a Bajarê Mîçûrînskê Mazlûm Serdar di civînê de axivî û wiha got: "Em komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Rêber Apo û bi giştî li dijî gelê Kurd hate destpêkirin bi tundî şermezar dikin."

Serdar axaftina xwe wiha dewam kir: "Dîlgirtina Rêberê me, dîlgirtina hemû gelê me ye. Em vê rojê bi nefret şermezar dikin. Rêber Apo di şert û mercên giran de heta îro di nava berxwedanê de ye. Gel jî bi vê berxwedanê îro li ser piyan maye. Bi taybetî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kir, ji bo me bû manîfestoya jiyanê ya ji bo pêşerojê. Pêwîst e her kes vê yekê bizane û vê pêvajoyê bi pêş ve bibe."

Di civînê de her wiha berpirsyarên herêmê jî amade bûn û komplo bi tundî şermezar kirin.

Civîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.