BI DÎMEN

Li Tambovê çalakiya ji bo salvegera Şoreşa Rojava

Li navçeya Mîçûrînsk a Tambovê ya li Rûsyayê li mala gel derbarê salvegera Şoreşa Rojava civîn hat lidarxistin.

Civîn li li Mala Gel a li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambovê yê Rusyayê bi bîranîna Şehidên Rojava û tevahî Kurdistanê hat despêkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê a Rusyayê Reşat Bênav tevlî civînê bû û axivî.

Bênav diyar kir ku ji bo serkeftina Şoreşa Rojava gelek berdêl hatin dayîn û wiha got: “Wek hûn jî dizanin di vê mehê de me li ser  ‘’Çavkaniyên pêşveçûna Rojava yên sîyasî, civakî, navneteweyî û çandî di merhela demkî ya Sûrîyê de’’ konferansek li dar xist Ji zanînghên cuda yên Moskowayê akademîsyen, Kurdolog û zanyarên beşên cuda bi gotarên xwe yên ser rojevê tevlî vê maseya gilover bûn. Di wir de li ser salvegera Şoreşa Rojava û berxwedaniya gelê Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bi berfirehî nirxandin hatin kirin.”

Reşad Bênav di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê Rojava ji bo nasnama xwe heta roja îro di nava berxwedaneke mezin dane. Berxwedana Kobanê ya li hemberş DAÎŞ’ê ji tevahî cîhanê re bû mînak û bi ser ket. Gelê Sûriyeyê tenê baweriya xwe dane gelê Kurd û hezên Kurdan. Hezên me yê parastinê ne tenê axa Kurdistanê her wiha axa Sûryeyê jî yen ku Ereb, Ermenî, Sûryan û Tirkmen jiyan dikin parastin û hêza QSD’ê hate avakirin.”

Reşad Bênav wiha got: “Keda Rêberti û îdolojiya PKK’ê hişt ku gelê Sûriyeyê xwe bidin ba hêzen Kurdan. Dijmin bi êrîş û çeteyên xwe xwest Kurdan tine bike, parçe bike lê bi ser neket. Rojava bi ked û xwinê gihişt îro ku sistema xwe ya xweser avakiriye û gel dikare ser axa xwe bi gelên din re jiyaneke demokratik jiyan bike. Dibistan û zanîngeh hatine avakirin. Îro zarokên Kurdan dikarin bi zimanê xwe bixwinin û biaxivin. Jiyana gelê me ye Rojava îro gelek xweş bûye. Zehmetiyê xwe çiqas hebin jî, lê gelek destkeftiyên mezin hatine bi dest xistin.”

Bênav di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Gelê me wê bikarbe jiyana xwe û çanda xwe ya netewî pêş bixine û ser axa xwe azad jiyan bike. Her sal gelê me yê Rojava û yên derveyî welat 19’ê Tirmehê wek cejin piroz dikin. Pêvajoya ku iro Rêbertiya me daye destpêkirin û bangawaziya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd bûye manîfesto. Bi taybeti bangawaziya Reber Apo ya bi dîmen hatî weşandin coşeke mezin di nava gelê Kurd de da avakirin. Her wiha em ê di vê mehê de wek her sal biçin hemû herêman cîvîn û pîrozbahiya serkeftina şoreşa Rojava li dar bixin û pîroz bikin.”  

Civîn piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin, Jîyan, Azadi” û “Bijî Rojava” bi dawî bû.